Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûriyê û Serhildêran Renge Rastî Gunehkariyên Şer Bên


Neteweyên Yekgirtî huşdariyê dide hikûmeta Sûrî û serhildêran ku renge ew rastî gunehkariyên şer bên li bajarê Helebê.

Hêzên hikûmetê hewil didin navçeyên bin destê serhildêran li rojhilata bajêr kontrol bike, û wan riya sereke ya alîkariyên mirovahî û xwarinê dorpêç kirin, di demekê de ku erîşên esmanî ew tax ji xwe re kirin armanc.

Wek bersivdan, hêzên serhildêr hewil dan wê dorpêçkirinê bişkînin bi riya erîşên giran li ser aliyê rojavayê Helebê, ku di bin destê hikûmeta Sûrî de ye.

Di encamê de, Ziyanên mirovahî di nav sivîlan de bilindtir dibin.

Neteweyên Yekgirtî dibêje di çend rojên borî de behtirî 40 kesî jiyana xwe ji dest da û gelek birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG