Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mûnîr Şêxê: Bo Penaberên Mûsilî li Rojava Pêwistîya Alîkariya Mirovahî Heye


Ji ber operasyonên leşkerî li parêzgeha Mûsilê li Îraqê, bi hezaran xwecihiyên wê deverê bûne koçber li Sûriye û li herêmên kurdî li Sûriye ku xweseriya demokrat bi zaveke mezin pêşwaziya wan dike û alîkariyê dide wan, lê dîsanê jî têrî wan nake û pêwistî bi alîkariyên mezin ji welatên navnetewî heye.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi çalakvan Mûnîr Şêxê re kir, ku li Qamişlo bicî dibe û got: Rewşa penaberan bi çavdêriya xweseriya rojava birêve diçe, lê pêwistî bi alîkariyên mirovahî heye.

Şêxê di heman demê de jî gazin ji hevpeymaniya navdeweletî kir, ku ta nuha derbend li ber çekdarên DAIŞê negirtiye di nav Sûriye û Îraqê de û ew dibe cihê metirsînê ji kurdên sûriye re û rizgarkirina Reqa di rojên tê de.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:58 0:00

XS
SM
MD
LG