Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Liser Avakirina 181 Malan Li Rojhelata Jerusalem, Israelê Şermizar Dike


Wîzareta derve ya Amerîka di beyanameka lezgin û tûnd rîxne li Israelê girît pişti ragehandina ava kirina 181 malan li devereka nû ya rojhelata Jerusalemê.

Berdevkê wîzareta derve ya Amerîka John Kirby gote rojnamevanan, Amerîka piştrast dike ko ev bizave jihê tisrêye û wê rastiyê derdixe, ko boçûna yek dewletê bihêz dike.

Wîzareta derve ya Amerîka daxwaz ji Israel kir pêgirîyê bi rêkeftina aştîyê digel Filestinyan bike.

Israelê kenarê rojava li şerê sala 1967 girt û xwe mafdar dibîne avahiyan dorist bike bo misuger kirina parastina Israelê.

XS
SM
MD
LG