Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildêrên Sûrî Komek Îrîş Dibin Ser Navçeyên Hikûmetê li Helebê


Serhildêrên Sûrî pêleka nûya êrîşan birin ser navçeyên bin destê hikûmetê li bajarê Helebê, û di encamê de 12sivîl kuştin û 200 birîndar kirin, li gor medya dewletê.
Ev êrîş hatin berî rojekê ji ragirtina şer a 10 demjimêran ku tenê ji aliyê Mosko ve hat ragihand ji bo rewşa mirovahî.
Di heman demê de,êrîşeke esmanî li ser gundekî bin destê serhildêran li başûrê bajêr bi kêmanî 9 kes kuştin, li gor çalakvanên opozisyonê.


Serhildêran erebeyeka dagirtî teqemî di operasyoneke xwekujî de navçeya Heleb a nû ji xwe re kir armanc, li gor eniya Fethul Şam a grêdayê el-Qaîde ku hindek girteyên teqînê li ser rûpelên medya civakî belav kirin.
Tevgera Nour el-Din el-Zinki got serhildêran du erebeyên din bumbe kirin, di nav de yeka akadîmiya leşkerî li aliyê rojava.
Ahrar al-Sham, ku gurûpeka serhildê a din e got ew pêşketin ber bi taxên bin destê hikûmetê de.
Tê zanîn, bajarê Helebê û derdorên wê yên dorpêçkirî yek ji metirsiyên sereke yên şerê Sûriyê ne.
Ew bajarê herî mezinê welêt e, ku hatiye dabeşkirin di navbera hêzên hikûmetê yên aliyê rojava kontrol dikin û hêzên opozisyonê ku li aliyê rojhilat in.

XS
SM
MD
LG