Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Herdû Hevserokên Partiya Demukrat a Gelan HDP Digre


Du serkirde û13 parlemanterên partiya alîgira Kurdan HDP hatin girtin li dor redkirina gewahîdana ji bo gunehkariyên girêdayî " propaganda terorîstan." li gor hin parlemanterên HDP.
Parlemanterên partiyê ji ajansa Reuters re gotin Polîsên Tirkiyê li Ankara hevserokê HDP Selahattin Demirtas û li Ditarbekir hevseroka HDP Figen Yuksekdag girtin.
Wezareta navxweyî ya Tirkiyê got biryara girtina 13 parlemanteran hat dayîn lê tenê 11 ji wan hatin girtin ji ber ku herdû yên mayî li derveyî Tirkiyê ne.
HDP li ser Twitter bang li civaka navnetewî kir ku riyaksyona xwe diyar bike li dijî "Kudetaya Rêjîma Erdogan".
Polîs her wiha nivîsîngeha sereke ya partiyê li navenda Ankera desteserkir û vekoland.
Hin wêneyên tilfizyonê diyar kirin çawa polîs rastî rikberiya berpirsên partiyê tên.
Gewahîderekî Reuters got gurûpeka xwepêşanderan bi hildana sloganan hewil dan bigihin nivîsîngehê lê ji aliyê polîs ve hatin rawestan.
Peyamnêra Parlemana Ewrupî li Tirkiyê Kati Piri li ser Twitter got:
" careka din nûçeyeka ne baş ji Tirkiyê. Endamên Parlemanê yên HDP têne girtin."
Dijwariyên berferh yên gihîştina malperên medya civakî hatin ragihandin piştî girtina wan, wek Twitter û Facebook û her wiha programên nameyan wek WhatsApp.
HDP ew sêyem mezintirîn partî ye di parlemana Tirkiyê de li gel 59 kursî ji 550 kursiyên parlemanê.
Hêjayî gotinê ye, parlemanterên Tirkiyê, ji girtin û dadgehkirinê parastî ne lê demekê berê îsal parlemanterên HDP ev maf ji dest dan.
Tirkiyê HDP tawanbar dike bi girêdana li gel partiya Karkerên Kurdistan PKK ku ji aliyê Tirkiyê, Amerîka û Ewrupa ve wek gurûpeke terorîst tê dîtin.

XS
SM
MD
LG