Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selahettin Demirtaş bo Zîndaneka Herî Parastî Tê Veguhestin


Li Tirkiyê ajansa dewletê ya nûçeyan dibêje serkirdeyê partiya alîgira Kurdan hate veguhestin bo zindaneke herî parastî li bajarê Edirne, li bakurê rojavayê welêt.

Ajansa Anadol îro şemiyê got hevserokê HDP Selahittin Demirtaş, ew di nav 12 parlemanterên Partiyê de bû ku hatin girtin ji ber redkirina wan a gewahîdanê li dor tawanbariyên girêdayî terorîzmê.

Demirtas, li gel hevkara wî Figen Yuksekdag û 7 parlemanterên din bi awakî fermî derbasî girtîgehê bûn ji bo dadgehkirinê.

Dadgehê 3 parlemanter berdan bi mercê ku raportan li ser rewşa xwe ragihînin bo desthilatdaran.

Ajansa taybeta nûçeyan Dogan got Yuksekdag hatibû birin bo zîndaneka bajarê Kocaeli li bakurê rohjavayê welêt ku pîvanên ewlekariyê lê bilindin.

Hikûmet HDP tawanbar dike ku ew baska siyasî yê partiya Karkerên Kurdistan PKK ye, lê HDP vê tawanê red dike.

XS
SM
MD
LG