Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêriya Sûrî Dibêje di 8 Rojan de 74 Kes li Helebê Hatin Kuştin


Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje di 8 rojan de, bi kêmanî 74 sivîl, di nav de 25 zarok hatin kuştin di encama êrîşên serhildêran de li ser navçeyên bin destê hikûmetê li Helebê.

Şervanên opozisyonê êrîşeke demdirêj birin ser aliyê rojavayê bajêr ku di bin destê hikûmetê de ye, bi armanca şikandina dorpêçkirina bi mehan a hikûmetê bo navçeyên bin destê serhildêran li aliyê rojhilat.

Gurûpên opozisyonê rastî rexneyên tund dibin li dor topbarana bêciyawazî li aliyê rojavayê Helebê.

Çavdêriyê got di heman demê de, wê kuştina 3 sivîlan tomarkir li aliyê rojhilata bajêr.

Di demekê de rawestana demkî ya êrîşên esmanî yên Rûsî li navçeyên bin destê serhildêran bidawî hat, ku berpisrên Rûsî û Sûrî dixwestin xelkê sivîl ji wan navçeyan derkeve, kesek ji xelkê li banga wan nehatin û navçe bicînehîştin.

Tê texmînkirina ku jimara xelkê wan navçeyan 275 hezar kese.

XS
SM
MD
LG