Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk Biryara Girtina 9 Nîvîskar û Berpirsîyarên Rojnameya Cûmhûrîyetê Dide


Îro Şemîyê bi biryara dadgeha nobedar, berpirsê giştî yê rojnameya Cumhuriyetê Murat Sabuncu, karîkaturîst Musa Kart û Kadri Gursel jî di nav de 9 kes hatin girtin.

Ji 31’ê meha Cotmehê vir ve di ser avêtina rojnameya Cumhûrîyetê û malê xebatkarên Cumhûrîyetê de 15 nivîskar û berpirsên rojnameya Cûmhûrîyetê hatibûn binçav kirin

Dozger 9 rojnameger û nivîskar bi daxwaza girtinê sewkî dadgeha Ceza ya Sulhê ya nobedar kiribû vê sibê dadgeha nobedar biryara girtina 9 rojnamevanan da

Nivîskarên Rojnameya Cûmhûrîyetê, Aydin Engin û Hikmet Çetinkaya bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Herwiha 15 nivîskar û berpirsên Rojnameya Cûmhûrîyetê bi gumana ku endamê rexistina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK/KCK) û tevgera terorî ya Fetûllah Gulen (FETO/PDY) in û li ser navê wan sûc kirine ji hêla serdozgerîyê ve doz hatibû vekirin.
Aydin Engîn piştî berdana xwe li ber Rojnameya Cûmhûrîyetê axivî û got: ez bergumanekî çapemenîyê yê biqidem im û min dozekî wiha bêehlaq nedît.

Herwiha CHP li ser biryara girtina 9 rojnamegerên Cumhûrîyetê biryara civîna derasayî ya MYK yê da.

Sezgîn Tanrikulu li ber dadgeha Çaglaynê biryara girtina 9 rojnamegeran nirxand Tanrîkûlû got:

“Ez wekî hiqûqnasekê dibêjim AKP vê carê hiqûqa darbeyê bi deste xwe dimeşîne. Dadger bûye amûrê desthilata siyasî, li gorî xwesteka desthilatê biryar dide û rojnamegeran digre”. Tanrikûlû got.

Raporta Zozan Yaşar
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:11 0:00

XS
SM
MD
LG