Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Mûsilê Daiş Ji Navçeyên Niştecîbûnê Êrîşî Hêzên Îraqî Dikin


Hêzên Îraqî îro şemiyê avahiyên taxên ku doh derbasê bûbûn paqij kirin li bajarê Mûsilê lê wan hin cih ji dest dan piştî êrîşên Daiş ên dijî wan.

Çekdarên Daiş ji herêmên niştecîbûnê, bi bumbeyên hawn û erebeyên xwekujî êrîş birin ser navçeya biçûk ku hêzên Îraqî dorpêçkiribû.

Tundrew, her wiha derbasî wan navçeyên hêzên Îraqî control kirî bûn û ew hinekî bişûn ve birin li başûrê navçeya Gogjalî ku Hêzên Îraqê ew wek navçeyeka rizgarbûyî ragihandibûn roja çarşemê.

Îro beyanî, şer berdewam bû li gel avêtina top û çekên otomatîk ji herdû aliyan ve. Pevçûn gelekî giran bûn li taxa el-Bekir û selkvanên herdû aliyan ketibûn dijberiyekê li ser banên xaniyên ku piraniya wan du qat in.

Hin wêneyên esmanî ku roja duşemê hatin belavkirin ji aliyê dezgeha çavdêriya taybet Stratfor ku bingeh li wîlayeta Texasa Amerîkî ye, diyar kirin çekdarên Daiş li dora firokxaneya Mûsilê avahî bi rûyê erdê re dûz kirine.

Ev berevaniya han dê dijwariyên tektîkî yên bingehîn bisepîne li beramber pêşketinên hêzên Îraqî ber bi navenda Mûsilê de, li gor Startfor.

XS
SM
MD
LG