Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Almanya Dê Vekolîn Bibin li dor Hebûna 60 Kesên Îslamîst di Nav Leşkeran de


Hikûmeta Almanî pilan dike ku vekolînên ewlekariyê bike din av leşkerê Almanî de di destpêka sala 2017an de, piştî ku leşkerên dijî sîxuriyê MAD 20 kesên îslamîst binavkirin di nav hêzên leşkerî de ku navê Bundeswehr tên naskirin, li gor gurûpa medya Almanî Funke.

Peyvdarekî ajansê ev jimar piştrast kir û got, vekolîn dibin li odor 60 faylên din.

Li gor raporta Funke, dê piroje biryarek di vê derbarê de li parlemanê bête berçavdan di hefteyên bê de, li dor vekolînan di nav hêzên leşkerî de.

Mebest ji van pîvanan ewe ku nehêlin gurûpa Daiş derbasî nav leşkerên Almanî be û rahênana çekan wergire.

Tê zanîn, sala borî derdora 900 hezar koçber derbasî Almanya bû, û her çendî Almanya bi awakî seretayî bixêrhatina wan kir lê ji wê demê ve xemên ewlekariyê bilind bûne.

Hefteya borî polîs kesekî Sûrî girt bi gumana ku ew endamekî rêxistineke terrorîsa biyaniye.

Meha 10 jî Sûriyekî din hate girtin bi gumana pilankirina êrîşekê li Berlînê, piştî dîtina teqemeniyan di mala wî de.

XS
SM
MD
LG