Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûriyê Destpêkirina Helmeta Rizgarkirina Reqqayê Radighînin


Hêzên Kurdên Sûriyê ku piştgiriya Amerîka werdigrin, îro yekşemê pilana xwe ragihandin ji rizgartkirina bajarê Reqqa yê ji bin destê Daiş, û gotin ew bi hêvî ne”Destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Sûriyê neke.“

Destpêkirina operasyonê di konferansekî rojnamevanî de li bajarokê Eyn Îsa li bakurê Reqqayê hat ragihandin ji aliyê Hêzên Sûriya Demukrat(HSD) ve, ku komandar û peyvdarên gurûpê lê amade bûn.

Berpirsê ku daxuyanî xwend got operasyona”Kela Furat“ bi awakî fermî destpêkir.

Daxuyaniyê got dê 30 hezar şervan tevlî operasyonê bin.

Ev ragihgandin hat di demekê de ku hêzên Îraqî bi piştgiriya Amerîka derbasî aliyê rojhilata bajarê Mûsilê dibin.

Berpirsên Kurd dibêjin çi hevrêzî nîne di navbera herdû helmetan de lê dema herdûyan li gel hev başe, li gor wan.

Şîroveyan bibîne (1)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG