Bi hevkariya navbera navenda rojava ya lêkolînên stratîjîk û wezareta berevaniyê ya Rûsî, li zanîngeha Efrînê kongirek hate çêkirin.
Kongir bi weşandina kurte fîlmekê li ser bikaranîna çekên qedexe ji aliyê rêxistinên Daiş û Cebhetelnusre ve li dijî hêzên kurdî destpêkir.
Mijarê girîng ew bû hevkariya navbera Rûsya û hêzên kurdî li herêmê û şerê li dijî komên tundrew.
General Murat Morsîn destnîşanî belge û lêkolînên tunduristî yên ku li nexweşxaneyên Avrîn hatine çêkirin, û têde hate îsbatkirin ku komên tundrew gaza kilorê li dijî hêzên kurdî bikaranîne kir.
Hêjayî gotinê ye: cara yekeme berpirsên Rûsî bi awakî eşkere li Efrînê derdikevin û piştgiriya hêzên Kurdî li herêmê radighînin.