Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Mûsilê Giran Dibe û Teqînên Daiş li Cihên Din Yên Îraqê 20 Kesan Dikujin


Hêzên taybet ên Îraqî îro yekşemê karkirin ji bo paqijkirina taxên aliyê rojhilata Mûsilê ji çekdarên Daiş, di demekê de ku çekdarên Daiş li cihên din bi êrîşên xwekujî bi kêmanî 20 kes kuştin.

Êrîşa Mûsilê, di van demên dawî de, lawaz bû bi sedema nêzîkbûna hêzên Îraqî bo navçeyên sivîl ku ew nikarin lê êrîşên esmanî û topbaranê bikin ji bo parastina sivîlan, ku ji wan re hatibû gotin di malên xwe de bimînin.

Generalê leşkerî Muhanad el-Timimi got:

“Gelek xelkê sivîl hene û em hewil didin wan biparêzin. Ev yek ji şerên herî dijware em rastê tên niha.”

Hin xelkê sivîl hewil didin ji navçeyên şer birevin, di demekê de çekdarên Daiş, ên din wek mertalên mirovî bikartînin. Ev rewşa han, dijwariyan derdixe holê ji bo hêzên Îraqî ku erêkirinê bidin êrîşên esmanî yên Amerîka.

Hêzên taybet ên Îraqî ew ji baştirîn hêzên welêt in, lê hîn bi awakî berfereh pala xwe didin ser piştgiriya esmanî ji bo kontrolkirina navçeyan.

Daiş di teqîneke xwekujiî de li bajarê Samarra li dijî pêkhateya Şîiî 11 kes, di nav de bi kêmanî 4 îranî bûn, kuştin û bêhtirî 100 kesên din birîndar kirin.

Êeîşkerekî xwekujî din, li xaleke vekolînê li derveyê bajarê Tikrit, bi kêmanî 9 kes kuştin û 25 kesên din birîndar kirin, li gor peyvdarên parêzgehê Elî el-Hamdani.

El-Hamdani got kesên kuştî 5 keçên xwendekar, jinek û 3 polîs bûn.

XS
SM
MD
LG