Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Serkeftina Trump Pîroz Dike û Hêviya Pêwendiyên Baştir Dike


Rûsya bi germî bixêrhatina serkeftina Trump kir di hilbijartinên serokatiya Amerîka de û hêviya kir ku ew rûpeleke nû veke di pêwendiyên Rûsya û Amerîka de.

Serokê Rûsî Vladimir Putin serkeftina Trump pîroz kir û got ew hêvîdare ew kar li gel hev bikin ji bo bilindkirina pêwendiyên wan ji nav kirîzên heyî, çareserkirina pirsgirêkên navnetewî û rawestana li beramber dijwariyên ewlekariya cîhanî.

Tê zanîn serkeftina Trump hat vajî rapirsînên ku bi awakî berfereh pêşbîniya serkeftina Hillary Clinton kirin.

Hin çavdêr dipirsin gelo axaftinên Trump di dema helmeta hilbijartinan de dê bene wergerandin li ser asta siyasî piştî wergirtina posta serokatiyê, û gelo ew dê pêwendiyên Amerîka li gel Rûsya pêşbixe? Mehên pêş dê bersiva vê pirsiyarê bidin.

XS
SM
MD
LG