Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî Bajarokê Nimrud Rizgar Dikin 


Leşkerên Îraqî dibêjin hêzên wan bajarokê Nimrud ku derdora 30 dûrî Mûsile, ji çekdarên Daiş rizgarkirin.

Komandarê operasyona Mûsilê general Abdul-Amir Raheed Yar Allah dibêje hêzên wan piştî şerekî giran bajarok rizgarkirin.

Wî di daxuyaniyekê de got:

”Yekîneya serbazî ya 9 a artêşa Îraqî bi temamî Nimrud rizgarkirin û ala Îraqê li ser avahiyan hildan piştî ku dijmin rastî ziyanên giran bûn.”

Bajarok nêzîkî sûnwarên dîrokî yên paytexta Aşûriyan e ku vedigerin serdema 9an berî zayînê.

Hikûmeta Îraqê sala borî got çekdaran bi erebeyên giran ew şûn hilweşandin

Hîn ne diyare ku hêzên Îraqê ew şûnên keleporî rizgarkirine an na.

Hêjayî gotinê ye, hêzên Îraqî di hewildana xwe ya pêşketina ber bi Mûsilê ve rastî pêleka otomêlên bumbekirî tên ji aliyê çekdarên Daiş ve.

Generalê hêzên Îraqî yên taybet Sami al-Aridi îro yekşemê got:

“Gelek otombêlên sivîlan hene û her yek ji wan renge bumbekirî be. “

XS
SM
MD
LG