Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Hikûmeta Kurdistana Îraqê Bi Hilweşandina Malên Ereban Tawanbar Dike


Rêxistina Human Rights Watch hêzên hikûmeta herêma Kurdistana Îraqê tawanbar dike bi hilweşandina malên Ereban û hin gundên biçûk ên ku ji bin destê Daiş hatinibûn rizgarkirin.

Raporta yekşemê dibêje di navbera meha Êlûna 2014an û gulana 2016an de, hêzên Kurdî di pêşketinên xwe de li beramber Daiş malên Ereban hilweşandin li herêmên ku cihê nakokiyanin li parêzgehên Kerkûk û Nînewa, di demekê de ku malên Kurdan parastî man.

Ew dibêje hilweşandina malan li herêmên ku pêşmergeyan ew ji bin destê Daiç rizgarkirî bûn.

Kurd dibêjin ev dîroka van herêman Kurdiyê û ew dixwazin wan tevlî herêma Kurdistanê kin.

Tê zanîn, hemî aliyên şer li bajarê Mûsilê, bi binpêkirina mafê mirov tên tawanbarkirin û tawanên herî giran li dijî Daiş dibin.

XS
SM
MD
LG