Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Pesna Merkel Dide û Handeriya Trump Dide ku li Dijî Rûsya Rijd be


Serokê Amerîka Barak Obama bi awakî xurt pesna rawêjkara Almanî Angela Merkel da û serdana xwe ya Berlînê bikaranî da huşdariyê bide Rûsya li dor Encamên destêwerdana nav hilbijartinên Amerîka û handeriya Donald Trump kir ku bi awakî rijd li dijî Mosko raweste.

Di geşta xwe ya moralî û dawî de wek serok bo Almanya Obama hêviyên xwe derbirîn ku karsazê New Yorkê ku çi caran berê posteke fermî wernegirtiye dê wê gotara xwe ya cihê nakokiyê bicîbihêle dema derbasî koşka sipî de û nirxên demukrasiyê biparêze dema hilbijartina tîmê xwe yê karê serokatiyê.

Obama got:

" Tiştê dihêle ez geşbînbim li dor Trump û guhestina wî ji şêwazê helmetê bo hikumraniyê ewe ku li wir te berpisiyariyên fermî hene ku dihêlin tu neçar bî bala xwe pêdî."

Wî her wiha got:

"Eger tu ne rijd be ji bo kar, wê demê tu li wir dirêj nake çimkî dê pirsgirêk derkevin holê."

Obama got ew berî hilbijartinên Amerîka li gel Putin axivî li dor erîşên Internet, ku berpirsên Amerîkî gotin ew hewildanbûn ji bo destêwerdana di nav hilbijartinan de, û gote wî Washington dê bersiva guncaw bide. Mosko wan tawanan re dike.

Hêjayî gotinê ye Angela Merkel serkirdayetiya Ewrupa dike di sepandina cezayan de li ser Rûsya.

Obama û Merkel dê înê li gel serkirdeyên Ewrupî yên din kombin berî ku Obama berê xwe bide Peru, rawestgeha xwe dawî di vê geştê de.

XS
SM
MD
LG