Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Êrîşên Esmanî de bi Dehan kes li Helebê Dimrin


Êrîşên esmanî û topbaranê 25 kes kuştin li aliyê rojhilata bajarê Helebê, li gor gurûpeka ku çavdêriya şerê Sûriyê yê navxweyî dike û şaredarê navçeya dorpêçkirî huşdarî da li dor kêmbûna tund a sûtemenî û xwarinê di demekê de ku zivistan nêzîk dibe.

Bumbebarana rojhilata Helebê roja sêşemê careke din destpêkir piştî rawestana çar hefteyan ji aliyê leşkerên hikûmeta Sûrî û hevalbendên wan ve, di nav de jî Rûsya, li dijî serhildêran.

Hikûmetê roja sêşemê got wan li "navçeyên terorîstan" xist li Helebê.

Berpirsên tenduristiyê li aliyê bin destê serhildêran gotin wan 45 kuştî û 363 birîndar tomarkirin di encama êrîşan de rojên sêşem û çarşemê vê hefteyê.

Neteweyên Yekgirtî dibêje 250 hezar sivîl hîn dorpêçkirî ne di navçeyên opozisyonê de.

Rêxistina xêrxwazî ya navnetewî Oxfam got wê motoreka mezin a elektirîkê veguhest bo îstgeha avê ya Sulêman el-Helebî ku di navbera rojhilat û rojavayê bajêr de ye û elektirîkê dide herdû aliyan, li gor rêkeftinê.

Di vê derbarê de, ajansên Rûsî yên nûçeyan roja penşemê ji ser zimanê cîgirê wezîrê derve Mikhail Bogdanov ragihandin ku Rûsya dest bi axaftinan kirine li gel tîmê Donald Trump ji bo Sûriyê û ew bi hêvîne rêveberiya Trump bi çavekî din li kirîza Sûrî temaşeke.

XS
SM
MD
LG