Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daiş 12 Endamên Polîs û Şervanên Êlan li Başûrê Mûsil Dikujin


Çavkaniyên xwecihî yên ewlekariyê li Îraqê gotin Daiş îro şemiyê 7 şervanên êlî yên piştgiriya hêzên Îraqî dikin û 5 endamên polîs kuştin li bajarokekî başûrê Mûsilê.

Çavkaniyan got şervanên êlî û polîs li ser du xalên sexte yên vekolînê hatin gullebarankirin ku ji aliyê Daiş ve hatibûn danîn li bajarokê Şirqat ê di navbera Mûsil û Bexdayê de.

Hêjayî gotinê ye Daiş asta êrîşan li ser hêz û berpirsên dijî desthiladariya wan bilindkirin piştî destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê ku ji sala 2014an ve di bin destê wan de ye.

Roja pêncşemê, gurûpê berpirsiyariya xwe ragihand li dor êrîşeka li ser daweteka Sunnî li rojavayê Bexdayê ku di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wan di hefteyên borî de her wiha êrîş û bumbekirin li bajarên Fellûja û Rutba yên rojavayê Bexdayê zêdekirin.

XS
SM
MD
LG