Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kadar Şêxmûs: Rêjma Sûrî Binemayên Civakî Li Helebê Kiriye Aramanc Da Ku Bajêr Vala Bike


Şerê li bajarê Helebê bi awayekî giran berdewam dibe ji aliyê hêza rêjîma Sûrî bi alîkariya firokên cengê yên Rûsî li dijî çekdarên rikeberiya Sûrî li rojhilatê bajêr û bi armanckirina binemayên civakî li bajêr jiyana xelkê bajêr ketiye bin tirsîdarike mezin.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Kadar Şêxmûs re kir, berpirsê pêwendiyên giştî yê rêxistina Şar ya geşepêdanê, di derbarî rewşa mirovahî li Helebê û bandora armanckirina navend û binemayên mirovahî di şer de li ser jiyana xelkên bajêr.

Birêz Kadar dibêje:" Rêjîma Sûrî dixwaze bajarê Helebê vala bike û vegerîne jêrî destê xwe bi kiryarên wisa, da ku rê li ber rikberiyê bigre."

Her wiha jî Kadar anî ziman ku, karwanên alîkariyê ji aliyê rêxistinên navnetewî nema karin derbasî bajêr bibin, ji ber ew tên armanckirin ji herdû aliyên şer ve û berdewam kir û got : "rewş gelekî dijwar e û kes nizane wê kengî çareser bibe."

Hevpeyvîna Kadar Sêxmûs-11-19-2016-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:02 0:00

XS
SM
MD
LG