Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Yemenê Koalisyon Agirbesteka 48 Demjimêran Radighîne


Îro şemiyê li Yemenê agirbesteka 48 demjimêran destpêkir.

Ajansa Erebistana Saudî ya nûçeyan SPA dibêje koalisyona leşkerî bi serkirdayetiya Erebistana Saudî agirbest ragihand.

Koalisyonê di daxuyaniyekê de got agirbest dê bête dirêjkirin eger Hosî bihêlin alîkariyên mirovahî bigihin bajarên dorpêçkirî.

Peyvdarekî hêzên alîgirên serhildêrên Hosî got:

”Em pêgiriya xwe bi agirbestê piştrast dikin eger aliyê din rêzê lê bigre.”

Çi pevçûn nebûn ji dema ragihandina agirbestê ve.

Koalisyonê di daxuyaniya xwe de got serokê Yemenê daxwaza agirbestê kiribû.

Neteweyên Yekgirtî texmîn dike bêhtirî 10 hezar kes hatine kuştin ji dema destpêkirina operasyona leşkerî ve bi serkirdayetiya Erebistana Saudî li Yemenê di adara sala borî de.

XS
SM
MD
LG