Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandê Neteweyên Yekgirtî Bo Sûriyê Serdana Dîmeşq Dike


Şandê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Staffan De Mistura digihe paytexta Sûriyê Dîmeşq ji bo kombûna li gel wezîrê derve Walid al-Moallem.

Serdana wî tê di demekê de ku helmeta giran a hikûmeta Sûriyê li bajarê Helebê hemî nexweşxaneyên navçeyên bin destê serhildêran bê xizmet hîştin.

De Mistura û al-Moallem, pêşbîne îro yekşemê konferasekî rojnamevanî lidarxin.

Şandê NY demekê berê vê hefteyê di hevpeyvînek li gel rojnameya Birêtanî Guardian, huşdarî da hiukûmeta Sûriyê pilana serkeftinekê dikin ku dê encamên xwe giran bin eger lihevhatinekê li gel opozisyonê neke.

Wî got ev helmeta leşkerî ya bêsînor dê bihêle serhildêrên nermerê bêhtir ber bi asta gurûpa Daiş de biçin.

Rojnameya Al-Watan a girêdayê bi hikûmeta Sûriyê de, ragihand ku Dîmeşq ne raziye ji van gotinên De Mistura berî kombûna îro yekşemê.

XS
SM
MD
LG