Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mitt Romney Li Gel Donald Trump Komdibe


Mitt Romney, ku yek ji komariyên herî rexnegirbû di destpêka helmeta Donald Trump a serokatiyê de, ew di nav gelek berpirsan de bû ku doh şemiyê li gel serokê hilbijartî Trump kombûn.

Trump li derveyî Yaneya Trump a Golf a Niştimanî ji peyamnêran re kombûn wek kombûneka baş anî ziman.

Romney, ku Trumpê kandîd wek “sexte û fêlbaz” binavkiribû, gote peyamnêran wî û Trump guftûgoyeka kûr û berhemdar li dor karûbarên cîhanê kirin.

Romney, Kandîdê komarî yê di sala 2012an de hilbijartin jidestdan li beramber serok Barak Obama, di van demen dawî behsa wê yeke dibe ku renge Trump wî wek wezîrê derve destnîşan bike.

Hîn çi nişan nînin kî dê posta wezîrê derve dagire.

Di kombûna doh de, ku nîşanên giştî yên lihevhatina serkirdeyên komarî diyarkirin, Trump û cîgirê wî Mike Pence bi germî dest dan Mitt Romney.

XS
SM
MD
LG