Serokê Amerîka Barak Obama û serkirdeyên welatên Asia Pacific di kombûna xwe de li Lîma paytexta Pîro, balê dikîşînin ser bazirganiyê û rêveberiya bê ya serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump.
Obama û serkirdeyên din ên cîhanê li Lîma kombûna salane ya hevrêziya abûrî ya Asia Pacific APEC li dardixin.
Ev serdana Obama ya 52 û dawî ya derve ye di 8 salên serokatiyê de.
Obama di nameya xwe ya ji bo 1000 serkirdeyên gênc ên Amerîka Latînî û Karîbî de li dor Trump got:
“pêşbîniya rewşeka xerab nekin.”
Wî bang li wan kir da geşbîn bin di vê derbarê de û got tenê bi hêviyê tiştên baştir dibin.