Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Di Nav Sê Rojên Dawî de Nêzîkî 70 Hezar Sîvîl ji Mûsilê Revîne


Ofîsa Karên Mirovahî ya Neteweyên Yekbûyî ji VOA re ragihand ku wan heta do, Yekşemê pirtir jî 68,500 kes li Îraqe tomar kirine ki jiber operasyonên leşkerî li Misûlê cîhûwarên xwe hêlane û aware bûne.

NY bi bîr tîne ku ew hejmar sê roj berê dora 60,000 kes bû.

Pêdaçûneke saxlemîyê ku li Kampa Zelikan ya bakurê rojhilata Mûsilê hatiye kirin, nîşan daye ku alîkarîya demûdest ya sosyo-pîskolojîk bo malbatên nav kampê heye û sê ji çar malbatên ku pispor ligel peyîvîne, gotine ku ew gelek di nav stresê de ne.

Ofîsa Karên Mirovahî ragihand ku navbera 14 û 20ê Mijdarê piştgirîya sosyo-pîskolojîk ji pirtir 1,000 jin û 160 mêr re hatine dayîn. Dîsa, nêzîkî 1,200 kur û 1,100 qîz jî alîkarîya pêşîn ya sosyo-pîskolojîk wergirtine.

XS
SM
MD
LG