Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsekî Îranî: Bêhtirî Hezar Serbazên Îranê Li Sûriyê Hatine Kuştin


Berpirsekî îranî roja sêşemê got bêhtir hezar serbazên îranî ta niha hatine kuştin li Sûriyê puştî ku Tehranê biryar da piştgirita hikûmet Sûriyê bike di şerê navxweyî de.
Îranê ji destpêka şerê Sûriyê ve berî bêhtirî 5 salan, serbazên xwe şandin wir. Lê jimara serbazên hatî kuştin di çar mehên borî de bi tundî bilind bû ji 400 serbaz di tîrmehê de bo 1000î vê hefteyê.
Ev bilindbûn tê di demekê de ku hebûna hêzên Îranê li Sûriyê bilind bûye.
Ajansa Tasnîm a Îranî ji ser zimanê serokê Dezgeha Şehîdên Îranê Mohammadali Shahidi Mahallati ragihand û got:
"Niha jimara şehîdên Îranê wek berevanên ziyaretgehê hezar derbas kirine."
Serbazên Îranê li Sûriyê wek" berevanên ziyaretgehan" tên nasîn ji ber ku dibêjin ew şerê tundrewên sunnî yên wek Daiş dikin bi armanca berevaniya ziyaretgehên Şîiî li wir.
Di demekê de gelek serbazên ku Îran wan dişîne Sûriyê Îranî ne, Îran her wiha serbazan ji Afghanistan û Pakistan bikar tîne ji piştgiriya rêjîma Esed.
Ragihandina bilindbûna jimara kuştiyên Îranê tê piştî hefteyekê ji destpêkirina bumberana bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmetê ve.

XS
SM
MD
LG