Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Avakirina Bingehên Deryayî li Yemen û Sûriyê Dide Berçavan


Serkirdeyê komandariya hêzên leşkerî yên Îranê îro şemiyê got renge Tehran bide berçavan avakirina bingehên leşkerî yên deryayî li Yemen û Sûriyê, li gor ajansa nîv fermi Tesnîm.

Raporta Tesnîm ji ser zimanê General Mohammad Hossein Bagheri got, `` renge, di hin xalan de me pêwîstî bi bingehan hebe li qeraxên Yemen û Sûriyê.''

Wî got:

“Hebûna bingehên deryayî ku ji dûr ve bêtin kontrolkirin ew ne kêmî hêza navokî ne. ew deh caran girîngtirin û mertalekê durist dikin. “

Wî got Îran her wiha dikare dikare bingehên demdirêj ji bo armancên leşkerî durist bike li kendava Farisî.

Ev cara yekeme berpirsekî leşkerî Îran behsa avakirina bingeheka deryayî li welatekî din ê herêmê dike.

XS
SM
MD
LG