Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyamnêra Dengê Amerîka li Diyarbekir Tê Girtin


Xecîcan Farqîn (Hatice Kamer)
Xecîcan Farqîn (Hatice Kamer)


Hatice Kamer (Xecîcan Farqîn), peyamnêra beşê Kurdî yê Dengê Amerîka li Diyarbekir îro şemiyê ji aliyê desthilatdarên Tirkiyê ve hate girtin.


Agahiyên berferh li dor girtina wê ji aliyê dostekî malbata wê ve hatin ragihandin, ku got sedema girtina wê hîn ne diyare.


Malbata wê dibêjin ji ber rewşa awarte ya li herêmê, heta parêzerê wê nikare berî pênc rojan pêwendiyan li gel wê bike .

Hêjayî gotinê ye, ji dema hewildana têkçûyî ya kudetayê di 15 tîrmehê de Tirkiyê di bin rewşeke awarte de ye û bi dehan rojnanevan hatine girtin.


Îro şemiyê, her wiha BBC got rojnamevanek ku li gel beşê wan ê Tirkî kar dike li başûrê rojhilata Tirkiyê hate girtin.


Hatice Kamer (Xecîcan Farqîn) hate girtin di demekê de ku karesata kaneka paqir romal dikir li parêzgeha Sirtê, BBC ya Tirkî di daxuyaniyekê de got.

Meha borî, çend hezar kes li Diyarbekir derketin xwepêşandanan, piştî girtina hevşaredarên bajêr, Gultan Kisanak û Firat Anli bi tawana terorê.

XS
SM
MD
LG