Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Mizgeftên Kalîfornya Peyamên Gefê Werdigrin


Rojnameyeka Amerîka Ragihand ku sê mizgeftên wîlayeta Kalîfornya heman peyam wergirtin ku dibêje” me niha serkirdeyekî nû heye “ wek nîşandan bi Donald Trump “û serokê hilbijartî dê tiştên ku Hitler anî serê Cihûyan bîne sere we.“

Rojnameya Los Angeles Times dibêje encûmena pêwendiyên misilmanên Amerîka CAIR daxwaza bilindkirina asta parastina polîs ji bo mizgehftên xwecihî kir.

Nameyên ku bi dest hatibûn nivîsîn hefteya borî hatibûn şandin bo navenda îslamî li sê cihên ciyawaz ên wîlayeta Kalîfornya.

Li gor rojnameyê name hatibû şandin bi navnîşana “Ji bo zarokên Şeytan“ û hatibû imzekirin bi navê ” Amerîkiyên ji bo riyeke baştir.“

Nameyê, li gor rojnameyê misilman wek”kesin pîs “ wesif kiribûn û gotibû Trump dê “ Amerîka paqij bike û careke din ronak bike. Û ew dê ji we misilmanan destpêbike.“

Rojname dibêje Hussam Ayloush, rêvebirê cîbecîkarê beşê Los Angeles ê CAIR bawere ku “ axaftinên helmeta Trump ên ne berpirsiyar û ên kînê hîşt ku asta kîn û tegirînê di nav alîgirên wî de bilind bibe.“

Ayloush gote Rojnameyê:

“Ez nabêjim wî ew kesên nijadperest duristkirine. Ez tene dixwazim bi bîra Trump bînim ku wî berpirsiyarî heye wek serokê hemî Amerîkiyan kar bike.“

XS
SM
MD
LG