Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina Mafên Mirovan ji Girtina Zilaman li Helebê Ditirse


Rêkxistîya Amnesty International dibêje, ewa raport bi destxistîne û têda xoya dike ko hêzên parastîna hikumeta Sûrî zelaman ewên ber bi deverên kontrola hikumetê li Helebê direvin desteser dike.

Rêkxiztîya mafên mirovan ya bingehê wê li London di beyanamekê da hoşdarî da liser êrîşên tolhildan û eşkencedan û binçavkirna wan kesan bike ko ji berî niha li deverên kontrola opozisyonê bûn.

Samah Hadid, rêveberê ofisa rêkxistîya Amnesty International li Lebnanê dibêje, li gor diroka hikumeta Sîrê ya pir bi tawanên girtîn û wendakirina bi awayeka berfireh, zehmete bête bawer kirin ko sivil libin destê hêzên hikumetê parastî bin.

Herwesa beyanamê diyar kir, ko zelam têne destser kirin li deverên nû weko Mesakin Henano, keftîn didestê hêzên hikumetê. Biheraliyekê acansa peyamên AP da zanin ko ligor beyanama rêkxistîyê ev raporte ji aliyeka serbixew nehatîye pişrast kirin.

XS
SM
MD
LG