Wizareta derve ya Sûrîye daxoyanîyên Qeter red dike. Wezirê derve yê Qeter dibêje, ew wê piştgirîya serhidayên Sûrî dijî serokê Sûrîye Beşar el-Esad bike, lidema Sûrîye dibêje, eve hewleke bo blind kirina morala “Teroristan“.
Wezirê derve yê Qeter Şêx Mohemed Bin Ebdulrehman Al-Tanî gote acansa Rueters, Dohe wê liser çekdarkirina serhildayên Sûrî dewam dike eger hat û serokê nû yê Amerîka Donald Trump piştevanîya xwe qot bike.
Daxoyanîya Şêx Mohemed diyar dike ko rîjêma Qeter çavkaniyeka tondûtijî û ramanên tûnd û terorê ye.
Qeter ji her welatkî din piştgirîya serhildana dijî rijêma Esad weko piranîya welatên kendavî û digel Tirkiye û Amerîka bi çek û rahinanan dike.
Hikumeta Sûrî tavaya kolelên serhildayan yên niştiman perwer û yên cihadî bi terrorist nav dike.