Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Esed Hewil Didin Helebê Kontrol Bikin Berî Turmp Desthilatê Wergire


Hêzn hikûmeta Sûrî û alîgirên wê hewil didin serhildêran ji bajarê Helebê derxin berî ku serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump bi awakî fermî desthilatê wergire, li ger berpirsekî leşkerî ji koalisyona alîgira hikûmeta Sûrî.

Serhildêr rastî yek ji demên herî dijawar tên di şer de, piştî êrîşa tund a hikûmetê û alîgirên wê di çend rojên dawî de.

Bi hezaran sivîl ji bo aramiyê ji wan navçeyan reviyan.

Berpirsê hikûmetê yê ku nexwest nave xwe diyar bike nîşan bi wê yekê da ku qonaxa bê ya helmetê dê hîn û hîn dijwar be di demekê de ku hêzên hikûmetê hewil didin hin navçeyên din kontrol bikin ku jimara sivîlan lê behtire.

Serhildêr ji aliyê xwe ve hewil didin bi hemî hêza xwe pêşketinên hikûmetê rawestînin û nehêlin ew kûrtir biçin di navçeyên wan de, li ger berpirsekê serhildêran.

Êrîşa li rojhilata Helebê gefê dide ser navenda herî girîng a şoreşa dijî rêjîma Esed ku ev bû bêhtirî salekê ye bi awakî tund êrîş dike bi saya piştgiriya leşkerî ya Rûsya.

XS
SM
MD
LG