Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel li Dijî Axaftinên Nû ye li Gel Tirkiyê


Rawêjkara Almanî Angela Merkel ji parlemanterên partiya xwe ya parêzyar re got ew li dijî wê yekê ku guftûgoyên nû bi Tirkiyê re vebin li dor daxwaza eva dawî bo tevlêbûna Yekîtiya Ewrupî, li gor raporteka rojnameya Bild.

Ev tê wateya ku guftûgo bi awakî piratîkî êdî gihîştin dawiyê, li gor raportê ku ji ser zimanê hin jêderên kombûna partiya Merkel wergirtibû.

Serokê Tirkiyê RecebTayyip Erdogan roja sêşemê got welatê wî hîn" pirtûk negirtiye" li dor Yekîtiya Ewrupa piştî ku parlemana Ewrupî hefteya borî pişniyar kir pêwendiyan rawestînin li gel Tirkiyê, lê wî got Enqera hin bijarên din hene li gel hin hevkarên din.

Tê zanîn berpirsên Almanî rexneya Erdogan dikin li dor bikaranîna zorê li dijî rikberan û rojnamevanan piştî hewildana têkçûyî ya kudetayê.

Merkel roja înê nîşan bi wê yekê de ku pêwîste Tirkiyê û Yekîtiya Ewrupî pêgiriyên xwe yên di derbarê penaberan de pêk bînin.

XS
SM
MD
LG