Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bo Yekem Car Pevçûn Di Navbera Çekdarên Dewleta Îslamî û Hêzên Somalî de Dibin


Qandala, Puntland, Somalia
Qandala, Puntland, Somalia

Hêzên herêmî yên Somalê tevlî pevçûnan bûn li dijî çekdarên Dewleta Îslamî li herêma Puntland a bakurê rojhilata welêt di yekem şerê rasterast di navbera hêzên ewlekariyê û alîgirên Dewleta Îslamî de.

Çavkaniyên xwecihî ji Dengê Amerîka re gotin şerê îro li nêzîkî gundê Başaşîn qewimî, ku 50 km li rojavayê bajarokê Qandala ye.

Yusuf Mohamed Dhedo, hakimê herêma Barî ya Puntland ku serkirdayetiya êîşê dike ji bo beşê Somalî yê Dengê Amerîka ev şer piştrastkir.

Dhedo got hêzên wî ji aliyê çekdarên Dewleta Îslamî ve hatin êrîşkirin di demekê de ku wan mayîn jikar dixistin.

Dhedo kuştina 7 çekdaran û birîndarbûna sê serbazan ragihand.

Hêjayî gotinê ye, alîgirên Dewleta Îslamî di 26 meha 10an de bajarokê Qandala bê şer kontrol kirin û ala xwe li wir bilindkirina.

Hemî rûnştvanên bajarok jê reviyan, li gor berpirsan.

XS
SM
MD
LG