Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stein Berî Dide Dadgeha Fedralî ji bo Dubare Jimartina Dengan li Wîlayeta Pennsylvania


Kandîda berê ya Partiya Keskan ji bo hilbijartinên serokatiya Amerîka Jill Stein berê xwe dide dadgeha fedralî, di hewlên xwe de ji bo dubare jimartina dengên wîlayeta Pennsylvania yên hilbijartina serokatiyê ku pêşbîn bû wezîra derve ya berê Hillary Clinton biserkeve lê rikberê wê yê komarî Donald Trump biserket.

Stein hewlên xwe yên ku wîlayeta Pennsylvania dengan bijimêre rawestandin piştî ku dadwerê wîlayetê ji wê daxwaza danîna milyonek dolar kir da ew destpêbikin.

Jonathan Abady, rawêjkarê yasayî yê hewlên Stein di daxuyaniyekê de got:

“Sîstema dadgeha wîlayetê nikare kêşeyê destnîşan bike û ji ber vê yekê divê dadgeha fedralî destêwerdanê bike. “

Pêşbîne Stein roja duşemê daxwaza alîkariyê ji dadgeha fedralî bike di vê derbarê de.

Wê her wiha helmet kirin ji bo dubare jimartina dengan li wîlayetên Michigan û Wisconsin.

XS
SM
MD
LG