Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûrî Dibêjin Serhildêran Du Bijar Hene; Derketina Ji Bajêr Yan jî Mirin


Hêzên hikûmeta Sûrî îro yekşemê ferman dan serhildêran ku bajarê Helebê bicîbihêlin anjî ew dê rastî mirinê bên.

Ev ferman hat piştî zincîre êrîşên esmanî li navçeyên serhildêran ku di encamê de 21 kesan jiyana xwe ji des dan, di nav de jî sê zarok.

Peyvdarê leşkerî general Semîr Suleymanli Helebê ji ajansa Associated re got hêzên hikûmetê dê ” berdewam bin di şer de ta ku ew aramî û seqamgêriyê vegerînin hemî taxên Helebê.“

Wî got artêşê berê bêhtirî nîva taxên rojhilata bajêr Kontrol kirine û dê hêzên taybet tevlî şer bin li kolanên teng yên navçeyên dîrokî li bajêr.

Hêjayî gotinê ye hêzên hikûmetê û hevalbendên wan yên Libnanî, Îraqî û Îranî, di van rojên dawî de aliyê bakurê rojhilata Helebê kontrol kirin.

Neteweyên Yekgirtî texmîn dike ku bêhtirî 31 hezar kes ji wan navçeyan reviyan navçeyên bin destê hikûmetê û hêzên Kurdî, an jî kûrtir bi aliyê serhildêran de çûn.

XS
SM
MD
LG