Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarîyê wê Deng Liser Nexşa Agirbest a Helebê Bide


Jivanbû civata ewlekarîya Netewên Yekgirtî îro Doşemê deng liser biryarekê derbarî agirbesta 7 rojan li Helebê û gehandîna alikarîyên mirovanî bidet.

Heleb bajarê here mezina Sûrîye bû, jiberî şerê hundir ya jiberî 6 salan û niha yêbûye meydana şerê hêzên hikumetê ewa Rûsya piştevanî dike bi merema control kirina deverên kontrola oposizyonê.

Bernivîsa biryarê ya ji aliyê Misr, Spain,New Zealand hatî pêşkeşkirin dibêje, divî Civata Ewlekarîya NY danûstandînan liser dirêjekirina agirbesta 7 rojan bide bi rawestana êrîşan erdê û asmanî.

Van êrîşan devereka berfireh a Helebê lijêr kontrola oposizyonê wêran kirye.

Ev agirbeste weko hemo carên din êrîş biser komelên terrorist û jiwana komela çekdarên Dewleta Îslamî na ête ragirtîn.

Rêkeftînên agirbestên berê alikarbûn di berhevkirina alikarîyên mirovan lê bandora here mezin biser şerê Sûrîye nekir ko heta niha pitîr ji 400,000 kes têda hatine koştin.

Wezîrê derve yê Rûsya Sergei Lavrov got Amerîka û Rûsya wê danstandinan li roja Çiwarşemê pêk bine liser vekişana çekdarên oposizyonê ji rojhelata Helebê.

XS
SM
MD
LG