Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netewên Yekgirtî, Tirs Liser Rêkeftina Penaberan a Ewropa û Tirkiye Heye


Serokê Acansa penaberan ya Netewên Yekgirtî nigerene, ko wa heye careka din aloziya penaberan dekeve holê, eger rêkeftina dinavbera Tirkiye û Yeketîya Ewropa bikefte ber bandora pirsên siyasî.

Komisyonerê blind ya acansa penaberan ya NY, Fillippo Grandi gote Acansa peyamên Associated Press, ew hivîdare pirsa penaberan nebe qorbaniya pirsên siyasî.

Yeketîya Ewropa qaylbû Visa bê beramber bidete wilatîyên Tirkiye herwesa çend milyar Dolaran weko aliykarî bo peneberên Sûrî da Tirkiye rêgirîyê li derbasbûna penaberan bo Ewropa bigre.

Digel sistbûna derbsbûna penaberan bo Yonanistanê pirsgrêk dinêvbera Tirkiye û Yeketîya Ewropa serhidan liser danûstandinên tevlîbûna Tirkiye di Yeketîya Ewropa da.

Fillippo Grandi, herwesa da zanin, girêdana paûeroja penaberan bi danûstandinên endambûna Tirkiye di Yeketîya Ewropa da pirsa penaberan zehmetir dike.

XS
SM
MD
LG