Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirs Dibêjin 50 Hezar Çekdarên Daiş li Îraq û Sûriyê Hatine Kuştin


Koalisyona bi serkirdayetiya Amerîka derdora 50 hezar çekdarên Daiş kuştine ji dema ku serok Obama biryara destpêkirina operasyonên leşkerî da li dijî Daiş di tebaxa sala 2014an de, li gor berpirsekî leşkerî yê rade bilind.

Berpirsê ku nexwest nave xwe diyar bike, ji peyamnêran re got ev jimar li gor texmînan e.

Berpirsekî din ji Dengê Amerîka re got 50 hezar çekdar li Sûriyê û Îraqê hatine kuştin, ku li gor wî ne jimara giştî ya çekdarên kuştî ye li welatên din wek Lîbya û Afghanistanê.

Ev texmîn diyar dikin ta çi astê êrîşên esmanî yên koalisyonê encam dan di du salên borî de.

Jimar tên di demekê de ku kolonêl John Dorrian, peyvdarê Koalisyonê li Îraqê got hêzên Daiş li Mûsilê çekdaran xwe ji dest didin bi awakî ku nikarin hêzên xwe careke din kom bikin ji ber ku ew dorpêçkirî ne.

Wî roja pêncşemê gote peyamnêran:

"Daiş dê bi xweşî neçin, lê çûyîn her li pêş wane."

XS
SM
MD
LG