Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Roja Mafê Mirov De NY Banga Parastina Wan Mafan Dike


Di demekê de bêrêzî li mafên mirovan berdwame li gelek welatên cîhanê, Neteweyên Yekgirtî bang li her kesî dike da ji bo parastina wan mafan rawestin.

Dezgeha navnetewî di daxuyaniyekê de got:

“Niha dem hatiye ku em ji bo van mafan rawestin, û bi hev re em dikarin bêhtir ji bo mirovahiyê rawestin.”

Sekretêrê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-moon got:

“Berevaniya mafê mirov di berjewendiya hemiyan de ye. Rêzdariya mafê mirov çakiya kesan, seqamgiriya her civakekê û pêwendiyên me wek mirov li ser asta navnetewî pêşdixe. “

Amerîka û Yekîtiya Ewrupî bi awakî taybet bang li Çînê kirin ji bo azadkirina girtiyên siyasî, di nav de jî xelatwergirtiyê Nobel ê wêjeyê û çalakvanê demukrasiyê Liu Xiaobo, ku ji sala 2008an ve di zînadanê de ye.

Amerîka û Yekîtiya Ewrupî bal kişandin ser rewşa xerab a mafên mirovan li Çînê cihê ku bi sedan parêzer û çalakvan di sala borî de hatine girtin.

Roja Cîhanî ya Mafê Mirov ew bîranîna roja 10 meha beçele ya sala 1948an e, dema Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî belgenameya bingehîn a Mafê Mirov ragihand.

XS
SM
MD
LG