Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dê Hêzeka Din a ji 200 Kes Bişîne Sûriyê


Wezareta berevaniya Amerîka Pentagon hêzeka din ku ji 200 serbaz pêk tê, dê bişîne Sûriyê.

Wezîrê berevaniyê Ash Carter îro şemiyê got dê ev kesayetiyên leşkerî alîkar bin di derxistina çekdarên Daiş de ji Reqqa ye.

Carter got ev hêz dê rahênerên hêzên taybet, rawêjka û tîmên şarezayên jikarxistina bumbeyan bin.

Hêjayî gotinê ye, berê 300 kesayetiyên leşkerî yên Amerîka li Sûriyê ne.

Carter di axaftyina xwe ya di konferansa ewlekariya Rojhilata Navîn de li Behrên, her wiha got Rûsya ku piştgiriya leşkerî dide serokê Sûriyê Beşar Esed, wê tenê şerê navxweyî gurkir û êşkenciya xelkê Sûriyê dirêjtir kir.

Tê zanîn Hêzên hikûmeta Sûrî bi piştgiriya Rûsya, Îran û partiya Hizbullah a Libnanî û hinekên din, ev bû demeke êrîşeke tund birine ser bajarê Helebê ji bo derxistina serhildêran ji wir.

XS
SM
MD
LG