Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mohammad Miro: Mafên Mirovan Li Sûriye Gelekî Hatiye Binpêkirin Û Bê Pişt Maye


Di 10'ê meha Çileya pêşîn de ji her salê, Cîhan ev roj bibîr tîne wekû roja mafên mirovan li cîhanê, ku ew di sala 1947an de ji aliyê Netewyên Yekbûyî ve hate pijirandin û di sala 1950 ê de ket karanînê ji aliyê hemû welatên cîhanê.

Di derbarî roja mavên mirovan de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi serokê YASA - Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya & Yasayî, Mohammad Miro re kir, ku tê de hin bal kişand li ser rewşa mafên mirovan li Sûriye bi giştî û herêmên kurdî bi taybetî.

Birêz Miro got, ku rewşa mafên mirovan li Sûriye gelekî xerab e ji ber şer û ew bê pişt maye, lê di heman demê de jî wî got, ku li herêmên kurdî asta mafên mirovan baştir e ji deverên din di Sûriye de, lê hîna pêwistî bi karên zêdetir heye da ku mafên mirovan li wir bê parastin û birêk û pêk bibe .

Ji aliyê kar û xebatên rêxstinên Kurdî yên mafên mirovan û rola wan li ser asta herêmê û cîhanê de, birêz Miro dibêje:" rêxistinên Kurdî karekî baş û bikêrhatî dikin û bê wan rêxistinên navnetewî nikarin li herêmê kar bikin."

Hevpeyvîna Mohammad Miro-12-10-16-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:03 0:00

XS
SM
MD
LG