Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Fermana Girtina 55 Kesan Dide Ku Gumane Alîkariyên Darayî Didan Gulen


Desthilatdarên Tirkiyê fermana girtina 55 kesan dan, di nav de jî karsaz, bi gumana dayîna alîkariyên darayî bo tora kesayetiya ayînî Fethulla Gulen, ku tawanbare bi rêvebirinba kudetaya têkçûyî li Tirkiyê, li got dezgeha NTV.

Karzaên ku bi gumane girêdayî Gulen in, tê gotin wan pereyên pir, ku wan ew wek “xêr “ bi nav kiribûn, di navbera Tirkiyê, Tenzanya,Uganda û Kazaxistanê veguhestin ji sala 2014an ve, li gor Tilfizyonê.

Yekîneya polîs a gunehkariyên darayî li Stenbolê vekolîn li dor hin alîgirên Gulen birêve birin, û desthilatdaran div ê operasyonê de hin ji wan girtin û li hinekên din jî hîn digerin, li gor NTV.

Tirkiyê ta niha derdora 36 hezar kes girtine ku li benda dadgehkirinê ne, û her wiha 100 hezar kes ji kertên leşkerî, dadwerî, û xizmetên giştî ji kar bidûr xistine an rewşa wan a kar daliqandiye.

Alîgirên Tirkiyê yên rojava xemên xwe derbirîn li dor van operasyonan di bin desthilatdariya Receb Teyip Erdogan de, lê Erdogan van rexneyan red dike û dibêje Anqera rijde di helmeta xwe de li dijî “dijminên hindir û derve.”

XS
SM
MD
LG