Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Êrîşên Daiş Îraq Piştgiriyên Leşkerî Dişîne Rojhilata Mûsilê


Komnadarekî Îraqî got piştgiriya leçkerî hat şandin ji bo rojhilata bajarê Mûsilê, piştî êrîşên Daiş ku hêzên Îraqî neçar kirin bişûn ve vegerin hefteya borî.

General Najim al-Jabouri îro şemiyê got Polîsê Fedralî û yekîneyên Artêşa Îraqê ji eniya başûr ber bi aliyê rojhilat de çûn, cihê ku şer lê giran bûye di van hefteyên borî de.

Komandarên Îraqî bihêvî bûn ku ji aliyê başûr ve êrîşkin ji bo rizgarkirina firokxaneya navnetewî, lê diyare ev pilan dê bo demekê bêne ragirtin.

Hêzên Îraqî hîn bi awakî berfereh pala xwe didin ser êrîşên esmanî û topbaranê ji bo paqijkirina navçeyan, û ev jî bûye bend li ber pêşketinan li ser erdê di nava bajêr de, ji ber hebûna sedhezaran sivîl ku hîn li wir dijîn.

Hêjayî gotinê ye, hêzên Îraqî hefteya bûrî hatin dûrxistin ji nexweşxaneya al-Salam a rojhilata Mûsilê, piştî kontrolkirina wê bo çend demjimêran.

Daiş nexweşxane wek bingeh bikardianî.

Bêhtirî 20 serbaz hatibûn kuştin berî ku hêzên taybet korîdorekî ji wan re vekin, da ji wir derkevin.

XS
SM
MD
LG