Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Misir Teqînek li Kenîseya Sereke Ya Qubtiyan 25 Kesan Dikuje


Di yek ji mirdartirîn êrîş de li dijî pêkhateyên ayînî li Misrê, îro yekşemê kenîseya sereke ya Qubtiyan rastî teqînekê hat û di encamê de 25 kesan jiyana xwe jidestdan û 49 birîndar bûn.

Êrîş hat piştî du rojan ji bumbekirina cihekî din li Qahîra paytex ku di encamê de 6 endamên polîs jiyana xwe ji dest dan, ew êrîşa ku gurûpekê berpirsiyariya xwe li dor ragihand û desthiolatdar dibêjin ew girêdayî rêxistina qedexe Biraderên Misilman e.

Ta niha çi berpirsiyarî nehatiye tagighandin li dor êrîşa îro, lê çekdarên îslamî berê mesîhî ji xwe re kirine armanc.

Tilfizyona dewletê û wezareta tenduristî jimara qurbaniyan ragihandin.

Tilfizyonê banga gelek nexweşxaneyan belav kir ku daxwaza xwînê dikirin û serok Ebdulfettah el-Sîsî bo sê rojan şîn ragihand.

XS
SM
MD
LG