Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ta Niha 2000 Çekdarê Daiş Li Mûsilî Hatine Kuştin û Birîndarkirin


Komandarekî bilindî Amerîka îro yekşemê got hêzên Îraqî û koalisyona navnetewî bi serkirdayetiya Amerîka, bêhtirî 2000 çekdarên Daiş kuştine an bi tundî birîndarkirine ji meha 10an ve.

General Stephen Townsend ji peyamnêran re got hîn di navbera 3000 û 5000 çekdarên Daiş berevaniya Mûsilê dikin.

Wî pesna hêzên ewlekariya Îraqê da, ku wan di17 meha 10an de dest bi êrîşa dijî Daiş kirin.

Townsend li Bingeha esmanî ya Qeyara di konferanseka hevbeş de li gel wezîrê berevaniya Ash Carter got:

“li gor texmînên me me bêhtirî du hezar çekdar kuştiye an jî bi tundî birîndar kiriye.“

Townsend got berî ku helmeta Rizgarkirina Mûsilê destpê bike Amerîka texmîn dikir ku jim ara çekdaran di navbera 3,500 û 6000î de ye. Wî got jimara niha li gor texmînan ew dinavbera 3000 û 5000 î de ye.

Berpirsên Amerîkî red dikin jimara hêzên Îraqî yên hatî kuştin di şerê Mûsilê de ragihînin.

Hêjayî gotinê ye Ash Carter îro serdana bingeha Qeyara kir piştî kombûna wî li gel serokwezîr Haider el-Abadî li Bexdayê.

Ev serdana yekem a Carter e, bo bingeha Qeyara ji dema destpêkirina operasyona hêzên Îraqî di meha 10an de.

XS
SM
MD
LG