Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Teqînekê de li Somalê 20 Kes Jiyana Xwe Jidest Didin


Li Somalê kemyoneka barhilgir a bumbekirî li dergehê Meqdîşo yê deryayî teqiya, bi kêmanî 20 kes kuştin û bidehan birîndar kirin.

Gurûpa çekdar a el-Şebab berpirsiyariya xwe ragihand li dor êrîşa ku li cihekî rawestana otombêlan nêzîkî dergehê deryayî yê paytextê qewimî û ziyaneke mezin gihand herêma derdorê.

Rûniştvanên Meqdîşo gotin teqîn li seranserî bajêr hate bihîstin, û hin wêneyên dûmana reş a teqînê li ser medya civakî hatin belavkirin.

Peyvdarê rêveberiya herêmî ya Meqdîşo Abdifitah Omar Halane, ji beşê Somalî yê Dengê Amerîka re got piraniya qurbaniyan sivîl bûn.

Hêjayî gotinê ye ku kompaniya Al-Bayrak a Tirkî pirojeya nûjenkirina dergehê deryayî birêve dibe.

Ne diyare ku ti qurbaniyên Tirk di vê teqînê de hene.

XS
SM
MD
LG