Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dixwaze Agirbesta Helebê Bê Paşxistin Lê Amerîka Razî Nabe


Wîzareta derve ya Amerîka ragihand ku Rûsya ji Amerîka xwest ku agirbesta Helebê bo çend rojan paş bixe, lê Amerîka ew bi dewamkirina êrîşan ya ser sîvîlan dibîne, loma qebûl neke.

Artêşa Sûrîye bi piştevaniya Rûsya pêşveçnên nû li roja Dûşemê li devera Şêxsead a Helebê kirin û oposizyon li deverka berteng asê kirin.

Berdevkê wezareta derve ya Amerîka John Kirby got “li şûna qaylbûnê bi pêşniyaza Amerîka bo Agirbestê, Rûsya got, me Agirbest wê bo dema çend rojan wê paşbikeve û ev bi wata dewam kirina êrîşan ddijî sivîlan tê.“

Herwesa Kirby got, karbidestên Amerîka û Rûsya wê berdewam bin liser danûstandinan li Geneva ko heta niha cûdaberîyên mezin dinêvbera herdû aliyan heye.

XS
SM
MD
LG