Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihemed Şêxo: Pêwistiya Helebê Bi Alîkariyek Lezgîn Heye


Rêxistina Xaça Sor ya navnetewî ragîhand ku pêwistiyeke mezin ji alîkariyên mirovahî bo Helebê heye, piştî ku hêza rêjîma sûrî piraniya taxên rojhilatê Helebê xiste jêrî destê xwe û hîna jî şer berdewam dibe li dijî çekdarên rikeberiyê, ku rojhilatê Helebê ji sala 2012an de xistibûn bin kontrola xwe.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi birêz Mihemed Şêxo, berpirsê TV-DEM li taxa Şêxmeqsûd re kir, piştî ku bi hezaran ji niştecihên taxên rojhilatê Helebê derbasê taxên kurdan bû.

Brêz Şêxo dibêje : Kurdan li taxên xwe , mal û milkên xwe bi xelkên ji taxên rojihilatê Helebê par kirin, ew erkê me ye ku ew alîkariyê bidin wan tevî ku rewşa me nebaş e lê divê ku em li kêleka wan bin.

Herwiha jî birêz Şêxo anî ziman ku, pêwistî bi dana alîkariyeke lezgîn heye, ji her aliyekî ve, rewşa zarok û jinan têkçûyî bûye ji ber şer.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:00 0:00

XS
SM
MD
LG