Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Salên Xwînrêj Şerê Helebê Bidawî Tê


Berxwedana serhildêrên opozisyona Sûrî roja sêşemê li bajarê Helebê bidawî hat piştî şerên giran û dorpêçkirina aliyê rojhilata Helebê bo mehên dirêj.

Serhildêran erê kir li dor agirbesteka ku dê bihêle ew bi aramî ji wan navçeyan derkevin.

Şerê Helebê, yek ji xerabtirîn şerên navxweyî ye ku bala cîhanê û hêzên herêmî kişand û bi serkeftina hêzên alîgirên hikûmeta Sûrî û hevalbendên wan yên Rûsî, Îranî, û hêzên Şîiî li herêmê bi dawî hat.

Ji bo serhildêran derketina wan li gel çekên civic, ku dê serê sibeha çarşemê dest pê bike, ew hêviyên wan ên rûxandina rêjîma Esed têk dibe, bi kêmanî di dema niha de.

Lê li gel vê yekê, şerê Sûrî hîn bidawî nehatiye. Serhildêr hîn cihên din li welêt kontrol dikin, û Daiş aliyê Reqqa kontrol dike û bajarê Tidmur careke din kontrol kir vê hefteyê.

Balyozê Rûsya li Neteweyên Yekgirtî di kombûna civata ewlekariya NY de got:

"Hikûmeta Sûrî kontrolkirina aliyê rojhilata Helebê pêk anî."

Serhildêr û malbatên wan dê ji serê sibehê ta êvarê dem hebin ku ji bajêr derkevin.

Jêderekî hikûmeta Tirkiyê got agirbest hatibû guftûgokirin ji aliyê Tirkiyê û Rûsya ve, bêyî destêwerdana Amerîka.

XS
SM
MD
LG